Mazlûm Kobanî: Ev biryara Amerîkayê dê komkujiyên li Rojava rawestîne
PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê HSDê General Mazlûm Kobanî, ragihand, “Biryara Encûmena Pîran a Amerîkayê, dê komkujiyên Tirkiyê yên li hember gelê Kurd û dagîrkeriya li ser Rojava rawestîne.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mazlûm Kobanî, derbarê biryara Encûmena Pîran a Amerîkayê ya ‘Naskirina Komkujiyan Ermeniyan’ de, daxuyaniyek belav kir.
General Mazlûm Kobanî li ser Hesabê xwe yê Twitterê, diyar kir ku ew biryara Encûmena Pîran a Amerîkayê peyameke zelal ku di sedsala 21emîn de, ‘kampanyayên komkujiyê’ bi ser nakevin û got, “Ev biryar, dê komkujiyên Tirkiyê yên li dijî gelê Kurd û dagîrkeriya li ser Rojava rawestîne.
Encûmena Pîran a Amerîkayê, du roj berê roja 12ê mehê, bi awayekî fermî komkujiya ermeniyan ku di heyama şerê cîhanê yê yekem de ji aliyê Împaratoriya Osmanî ve hatibû encamdan, nas kir.
Rob Menendez, endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya Encûmen Pîran a Amerîkayê jî ragihandibû, “Me deng bi komkujiya Ermeniyan da û ev jî karekî rast e ku Encûmena Pîran a Amerîkayê kir û wateya vî karî ew e ku li ser rêya rast a dîrokî diçe.”
Ev pêngava Encûmena Pîran a Amerîkayê di demekêde ye ku roja Çarşemê jî Komîteya Peywendiyên Derve li Encûman Pîran a Amerîkayê, deng da bo sepandina siza bi ser Tirkiyê de, ev jî li beramber êrişa Tirkiyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê û kirîna sîstema moşekî ya S-400 a rûsî ji aliyê wî welatî ve.
The US Senate adopted a resolution recognizing the Armenian genocide. This is a clear message that genocide campaigns are not possible in the 21st century. This decision will stop Turkey from committing massacres against the Kurdish people and stop its invasion of Rojava.
— Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) 13 Aralık 2019

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin