McGurk naveroka telefona Trump û Erdogan eskere kir
PeyamaKurd - Nûnerê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk li ser pirsên axaftina telefonê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de axivî û got, em rast nabînin ku Tirkiye operasyonekê li bakurê Sûriyê pêk bîne.
Brett McGurk li Korbenda Doha ya 2018an di kombûneke rojnamevanî de li ser pirsa axaftina navbera Erdogan û Trump diyar kir, “Amerîka bi Tirkiyê re kar ji bo nehîştina metirsiyên wê yên li ser sînor dike. Em di ber parastina ewlehiya hevpeymên xwe yên NATOyê de berpirs in û rast nabînin ku Tirkiye operasyonekê li bakurê Sûriyê pêk bîne.”
McGurk got ku ew niha tenê hewil didin DAIŞê tune bikin ku dibe ev jî çend mehên din encam bide.
Nûnerê hevpeymaniyê herwiha da zanîn, beriya niha 40 hezar çekdarên DAIŞê ji tevahiya welatên cîhanê hebûn, lê niha tenê navçeyeke biçûk li rojhilatê çemê Firatê di destê DAIŞê de maye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin