McGurk: Rojekê Erdogan telefonî Trump kir û…

22 January 2019 15:04 0 dîtin
McGurk: Rojekê Erdogan telefonî Trump kir û…

PeyamaKurd – Nûnerê berê yê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de Brett McGurk ku piştî biryara vekişîna Sûriyê ya Trump îstifa kiribû, diyar kir ku hemû dezgehên ewlekariyê yên Amerîkayê li dijî vekişînê ne.

McGurk di hevpeyvîna digel CNN Internationalê de, bal kişand ser ku li hemberî rêxistina terorîst DAIŞê pêşketine mezin hatiye bidestxistin, lê hîn li herêmê pirsgirêk hene û got, “Ev pirsgirêk bi vekişîna Amerîkayê re bixweber çareser nabin. Min bi Bush, Obama û Trump re kar kir. Divê vê bibêjim ku tenê fikrekî hemû dezgehên ewlekariya netewî ya Amerîkayê heye. Hemû li dijî vekişînê ne.”

McGurk di berdewamê de destnîşan kir, “Rojekê Erdogan telefonî Trump kir û hemû polîtîkaya Sûriyê berevajî hev bû. Amerîka û hêzên hevpeymaniyê neçarin ku li qada Sûriyê bimînin. Divê însan vê fahm bikin. Heke na emê destkeftiyên xwe ji dest bidin.”

Brett McGurk da zanîn ku biryara Trump ji nû ve hêz daye DAIŞê û ew zindî kiriye û got, “Heger Amerîka hêzên xwe bikişîne dê valahiya hêzê derkeve holê.”