Naveroka hevdîtina Trump û Erdogan eskere bû
Peyamakurd - Rayedarekî Koşka Spî ya Amerîkayê li ser sohbeta li Koşka Elîze ya Fransayê di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan de, daxuyanî da.
Rayedarê Koşka Spî ji Reutersê re ragihand ku Trump û Erdogan li ser mijara kuştina rojnamevanê Siûdî Cemal Kaşikcî axivî ne. Medya tirk jî îdia kiribû ku dê Erdogan di wê hevdîtina kurt de 8 dosyeyan radestî Trump bike.
Serokên gelek welatên cîhanê ji bo merasîmên 100 saliya peymana dawîanîna Şerê Yekem ê Cîhanê vexwendiyên Fransayê ne. Merasîmên bîranînê îro 11ê Mİjdarê li Fransayê birvê diçin.
Dûh Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Elîzeyê hevdîtinek pêk anîbûn ku di wê hevdîtinê de bi taybet li ser rewşa Sûriyê-Idlibê axivîbûn û li ser berdewama têkoşîna dijî DAIŞê digel hevkariya hêzên kurdî anîbûn ziman.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin