Mijarên hevdîtina Erdogan û Trump eskere bûn

29 November 2018 10:44 0 dîtin
Mijarên hevdîtina Erdogan û Trump eskere bûn

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo rojî Înê (30.11.2018) beşdarî lûtkeya serokan a G20an bibe çû Arjantînê û tê çaverêkirin li wir bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re hevdîtinekê pêk bîne.

Erdogan li balafirgehê ragihand, ew dê bi Trump re jî bicive û bi taybet li ser mijara Sûriyê pê re biaxive.

Erdogan diyar kir ku ew dê derengketina nexşerêya Minibicê ku Amerîka û Tirkiyê li ser li hev kirine gotûbêj bike.

Herwiha hat diyarkirin, dê Erdogan cardin ji Trump re nerazîbûna xwe ya bo hevkariya YPG/HSDê ya Amerîkayê nîşan bide û daxwaza dawîanîna alîkariyê bike ku niha Amerîka xalên çavdêriyê li sînorê Rojavayê Kurdistanê ava dike û Tirkiye jî vê qebûl nake.

Erdogan got, ew dê herwiha ji bo rewşa Idlibê jî bi Serokê Rûsyayê re danûstandinên xwe berdewam bike û li rêya navbeynkariyê bo krîza Ûkrayna û Rûsyayê bigere.