Meclisa Iraqê serokê xwe dibjêre

15 September 2018 16:11 0 dîtin
Meclisa Iraqê serokê xwe dibjêre

PeyamaKurd- Meclisa Bexdayê bo serokê xwe û cîgirên wî bibjêre civiya lê hinek grûbên di meclisê de terka civînê kirin. Bi sedema ku li hev nekirin, grûba Muqteda El Sadr Seîrûn, PDK û parlementerên Turkmenan terka civînê kirin.

Sunnî bi 5 namzetan tevli hilbijartina serokatiya Iraqê dibin; Muhammed Halbûsî, Usame El Nuceyfî, Tellal El Zewbeî,Rad Dehlekî û Ahmed Cibûrî.

Yekem cîgirê serokê meclisê dibe ku ji grûba Sadr be û yê duyemîn dibe ku ji Kurdan be. Di meclisa berê de yekem cîgir Kurd bû û yê duyem ji Erebên Şîa hatibûn bijartin.