Meclisa Iraqê serokê xwe yê nû hilbijart
PeyamaKurd - Meclisa Iraqê ji bo hilbijartina serokê teze û alîkarên wî kom bû, hin koman meclis terk kir.
Li Meclisê di mijara namzedan da ji ber lihevnekirinê parlementerên Saîruna girêdayî Muqteda Sadr, Partiya Demokrat a Kurdistanê û Tirkmenan rûniştina Meclisê terk kir.
Di hilbijartina Serokê Meclisê ds Muhemed Halbûsî û Usame Nûceyfiyê Ereb û Telal Zawbaî, Read Dahlekî û Ehmed Ciburî ketin pêşbaziyê.
Di hilbijartina Serokê Meclisa Iraqê de Halbûsiyê namzedê Erebên Sunî herî zêde ray sitandin û bû Serokê Meclisê.
Di rûnştina îro ya ji bo bijartina Serokê Meclisê hat kirin da bi dengdayîna veşartî va ji nav 5 namzedan Halbûsiyê namzedê Erebên Sunî ji bo Seroktiya Meclisê hat hilbijartin.
Usame Nuceyfiyê Alîkarê Serokkomar ê berê, Xalid Ubeydiyê Wezîrê Parastinê yê berê, Read Dahlekî û Telal Zawbaî jî ji bo bibin Serokê Meclisê ketibûn pêşbaziyê.
Di dengdayînê da Helbûsî 169, Ubeydî 89, Nuceyfî 19 û namzedin din jî her yekî rayek sitandin.
Ehmed Cuburiyê ku bibû namzed jî diyar kiribû ku ji namzediyê vekişiyaye û Xalid Ubeydî tevlî pêşbaziyê bibû.
Halbûsiyê ku heyamek berê bibû Serokê Komîteya Darayiyê ya Meclisê hetanî ku bû parlementer Walîtiya Enbarê dikir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin