Numan Kurtulmus bi serokê meclisa Iraqê Muhammed Halbusi re axifî
PeyamaKurd – Serokê meclisa Tirkiyê (TBMM) Numan Kurtulmuş di rêya telefonê de bi serokê meclisa Iraqê Muhammed Halbusi re axifî. Li gor ragihandina TBMMyê; serokê meclisa Tirkiyê Kurtulmuş bi serokên meclisên welatên dost û bira re hevdîtinên xwe dewam dike. Bi sedema Kurtulmuş nûh bûye serokê TBMMê, Halbûsî di rêya telefonê de wî pîroz kiriye.
Numan Kurtulmuş ji bo Halbûsî gotiye ku Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Iraqê bêhtir pêşde bibe û weha dewam kiriye:
“Em destekê didin avakirina hukumeta Iraqê ku piştî gelek aloziyan ava bû û ji bo Iraq ji nûh de ava bibe û xebatên geşepêdanê ku dike, em wan xebatan destek dikin. Bi taybetî em ji bo xelkên xwe refahê dixwazin û Proja Rêya Geşepêdanê ku ji bo stratejîke, em dixwazin bi hevre bixebitin. Divê em meclisên me her dû welatan di babetên ku me her dû welatan eleqedar dikin de hevkariya xwe derxin asta herî bilind. Divê grûbên dostaniyê yên navbera her dû parlementoyan bên avakirin û Halbûsi jî bersiva erênî daye vê daxwazê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin