Meclisa Nûneran ji Trump daxwaz dike ku li dijî Tirkiyê mueyîdeyan bisepîne

30 October 2019 12:11 0 dîtin
Meclisa Nûneran ji Trump daxwaz dike ku li dijî Tirkiyê mueyîdeyan bisepîne

PeyamaKurd - Meclisa Nûnerên Amerîkayê biryarek pesend kir ku tê da daxwaz ji Serokê Amerîkayê Donald Trump, dike ji ber operasyona wê bo ser bakûra Suriyê (Rojavayê Kurdistanê) mueyîdeyan li dijî Tirkiyê bi sepine.

Pêşnûmaya ku mueyîdeyan li dijî Tirkiyê disepîne bi 403 dengên “Erê” û 16 dengên “Na” hat pejirandin. Eger ev pêşnûma li senatoyê jî were pejirandin wê ji bo biryara dawwî pêşnûma biçe ber destê Trump. Di nava pakêta kiryar û mueyîdeyan de Serokê Giştî yê AKPê û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip  Erdogan û malbata wî jî cih digirin.

Nûnerê Partiya Demokratan ev biryar pêşniyaz kirin û piraniya komarîxwazan jî piştîvanî li biryarê kirin, ev di çarçoveya bizavên Kongrêsê tê bo neçarkirina Tirkiyê bi rawestandina operasyona xwe ya leşkerî li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD).

Wezareta Derve ya Tirkiyê ew biryara Meclisa Nûnerên Amerîkayê red kir û amaje kir ku ev biryar nagunce li gel hevalbendiya di NATOyê de û li gel rêkevtina Tirkiye-Amerîkayê ku li 17yê Cotmehê hatiye wajûkirin derbarê agirbestê li Suriyê.

Wezîrê Tirkî amaje kir ku wan bi Operasyona li dijî Rojava hesabên her kesî xera kiriye û got, “Ew kesên ku dîrokê ji xwe re dikin alava siyaetê û biryarên kirêt radigirin bila bizanibin ku ti pêgiriya vê biryarê ne di nava civaka Tirk de û ne jî ya hikûmeta Tirkiyê de tine ye.”


Meclisa Nûnerên Amerîkayê pêşnûmaya ‘Qirkirina Ermeniyan’ pejirand