Meclisa Tirkiyê wexta wezîfa artêsa Tirkiyê ya li Lubnanê dirêj kir

11 October 2023 23:14 0 dîtin
Meclisa Tirkiyê wexta wezîfa artêsa Tirkiyê ya li Lubnanê dirêj kir

PeyamaKurd – Meclisa Tirkiyê wexta mayîna artêşa Tirkiyê li Lubnanê salekî dirêj kir. Beşekî leşkerên Tirkiyê di çarçova biryara Neteweyên Yekgirtî de li Lubnanê wezîfe dikin. Hêzên NY li Lubnanê bi navê UNIFIL dimîne û leşkerên Tirkiyê jî di nav wan de dixebitin.

Dirêjkirina wexta mayîna leşkerên Tirkiyê li Lubnanê li ser daxwaza serokkomariya Tirkiyê hat qebûl kirin lê grûba Partiya Çep ya Kesk (YSP) li dijî mayînê deng da. Temamê partiyên din mayîna leşkerên Tirkiyê li Lubnanê erê kirin.