Serokê meclisa Duhokê Abdullah: “Artêsa Tirkiyê daristanên me îmha dike”

29 May 2021 20:15 0 dîtin
Serokê meclisa Duhokê Abdullah: “Artêsa Tirkiyê daristanên me îmha dike”

PeyamaKurd – Serokê meclisa bajarê Duhokê Fehîm Abdullah ragihand ku artêşa Tirkiyê li ku derê operasyon bike, darên wan ji aliyê şîrketên kirêkirî de tên birin û dibin difroşin. Abdullah got ku ev kiryar li hemberê xwezayê, zindiyan û xelkê deverê sûcekî mezine. Abdullah ragihandina xwe di radyoya Rûdawê ya Duhokê de kir. Fehîm Abdullah weha got:

“Artêşa Tirkiyê ji Zaxoyê heya Sîdekan li hemberê PKK ê operasyonên leşkerî dike. Tevî şer û pevçûnên bi şiddet û bombebaranan, tenha yek fişekekî hawanê dikare arziyekî zêde, daristanekî, deverên çandinî lê hene, gundan bike weka terafê. Herêm tev di bin tehdîdê ye.

Çend salên dawiyê ciyên ku operasyon li wan tên kirin, bi sedema ewlehiyê daristanan îmha dikin. Li deverên Derkarê, Sindî û Guliyan bi rêya şîrketên îcarkirî û bazirganan, alavên nûjen tînin û daran dibirin. Kesên bi artêşa Tirkiyê re tên û cahş hevparên bazirganiyê ne. Bi sedema PKK xwe li daristanan vedişêre, wê dikin sedem û ev kiryar tên kirin û berjewendiyên maddî bidest dixin.

Debara deverê li ser zîraetê û ajalvaniyê ye. Sala borî û ya berya wê, Dêrkar a bi ser Zaxoyê, Berwarî Bala an ku ji Bêgovayê heya dundên Hirorê, Kestê û Oreyê, xel ji operasyonan, ji birîna daristanan û ji tehrîbkirina xwezayê acize. Zerara herî mezin ew dibînin.

Me gilî û gazinanên xwe bo astên jorê ragihandiye. Ji ber operasyon dewam dikin, qirkirin dewam dike.”

Do jî parlementerê Kurdistanê Rêving Hirorî gotibû ku daristanên tên birîn, wan dibin Tirkiyê. Rêvebirên artêşa Tirkiyê bi şîrketên çeteyan re lihev kirine û daran dibin Tirkiyê. Tenê li nav sînorê gundê Kestê 600 donim rez, baxçe û daristan kirine teraf.

Her donumekî Herêma Kurdistanê 2,5 yê normale an ku 2500 m2 ye.