Medya Erebî: Îsraîl ji êrîsa tolhildanê pasde vekisiya
PeyamaKurd- Di demeke ku çavê her kesî li ser Îsraîlê û êrîşa bersivdana êrîşa Îranê ya hefteya borî ye de, tevî ku çend caran kabîneya şer a Îsraîlê li ser mijarê civiya jî heta niha ti bersiveke berçav bo Îranê nehatiye dayîn.
Di medya Erebî de nûçeyên ku Îsraîl ji êrîşa tolhildanê paşde vekişiyaye têne belavkirin û tê gotin, di dawiyê de Îsraîlê fikrê xwe guhertiye.
Rojnameya El Erebî El Cedîd bi sernavê "Îsraîl fikirî ku derbeyeke bi lez a tolhildanê bide Îranê, lê paşde vekişiya" belav kiriye û tê de dibêje, Îsraîlê wekî bersivdayîna êrîşa Îranê ya li ser xaka wê ku dawiya hefteya borî kiribe, fikirî ku derbeyên bi lez ên tolhildanê bide Tehranê lê di dawiyê de helwesta xwe guhert.
Di nûçeyê de hate gotin: "Televîzyona giştî ya Îsraîlê ragihandibû ku serokwezîr Benjamin Netanyahu piştî danûstandina bi serokê DYA’yê Joe Biden re, biryar da ku planên berê ya destpêkirina êrişên tolhildanê li dijî Tehranê pêk neyne."
Rayedarekî payebilind ê Îsraîlê ku nexwestiye navê wî were parvekirin gotiye, "Hesasiyetên dîplomatîk rolek lîstin. Bêguman dê bersivek hebe, lê dê ji ya ku di destpêkê de hatibû plankirin cûda be. "

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin