Medya Tirk | Teqîna Efrînê karê YPGê ye: 13 kustî, bi dehan birîndar
PeyamaKurd – Li bajarê Efrînê ku ji aliyê Tirkiyê û çekdarên alîgirên wê ve hatiye dagirkirin, îro danê sibehê wesayîteke bombebarkirî hat teqandin.
Li gor zanyariyên herî dawî ji cihê bûyerê, hejmara kuştiyan zêde dibe û gihîştiye 13 kesan ku bêhtirî 30 kes jî birîndar bûne. Çavkaniyên herêmî radigihînin ku hejmarek kesên di wê êrîşê de hatine kuştin, çekdarên li Efrînê ne.
Di encama teqandina wesayîta tankera mazotê de, ziyaneke mezin gihîştiye derûdorê.
Ajansa dewleta Tirkiyê Aayê bi zarê çavkaniyên ewlekariyê belav kir ku guman heye êrîş ji aliyê YPGê ve hatiye kirin.
Piştî teqînê li baregehên artêşa Tirkiyê yên li Efrînê asta ewlekariyê hat zêdekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin