Hevkarên Tirkiyê li Efrînê sivîlek bi îskencê kustin!
PeyamaKurd- Li Efrînê Kurdekî endamê Encûmena Sivîl yê navçeya Şiyê ya Efrînê, ji aliyê komên çekdar ve bi îşkenceyê hate kuştin. Komên çekdar ji aliyê Tirkiyê ve têne destekirin.
Ji gundê Qermîtlikê kesekî ku navê xwe eşkere nekir ragihand ku çekdarên El-Emşatê 7ê Hezîranê çûne mala endamê Encûmena Sivîl yê navçeya Şiyê Ehmed Mihemed Şêxo û Şêxo revandin birin. Li gorî agahiyan Ehmed Mihemed Şêxo 5 rojan di bin îşkenceyeke giran de ma. Piştî pênc rojan Ehmed Mihemed Şêxo hate berdan, lê belê laşê di nava birînan de mabû. Taliyê Ehmed Mihemed Şêxo yê 55 salî ji ber îşkenceya giran çû rahmetê.
Komên çekdar yên ku ji aliyê Tirkiyê ve têne destekirin, heta niha ji dizî, kuştin, îşkence û talankirinê pêve, tiştek li bajarê Efrînê nekirine. Li gorî îddayan ev komên çekdar gelê Efrînê direvînin û ji xwediyên wan pereyan dixwazin. Kesên ku direvînin jî wan dikujin an jî îşkenceyê li wan dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin