Medya YNKê: Dadgeha Silêmaniyê fermana girtina Lahor Cengî derxist

03 August 2021 18:28 0 dîtin
Medya YNKê: Dadgeha Silêmaniyê fermana girtina Lahor Cengî derxist

PeyamaKurd - Medya nêzîkî Yêkîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) ragihandiye ku ji aliyê dadgeha lêkolînê ya Silêmaniyê fermana girtinê ji bo Lahor Şêx Cengî hatiye derxistin.

Li gorî nûçeya ku bi zarê çavkaniyeke bilind a nav YNKê hatiye belavkirin, îro 03.08.2021ê dadwerê lêkolînê yê dadgeha Silêmaniyê fermana girtinê ji bo Lahor Cengî derxistiye.

Hatiye diyarkirin ku fermana girtinê ji ber tometa revandin û îşkencekirina hemwelatiyan ji bo Lahor Cengî hatiye derxistin û belgeyên temam hatine pêşkeş kirin ku li ber destê dadwerê lêkolînê ye.

Herwiha li gorî parvekirinên medya civakî yên kesên nêzîkî YNKê tê gotin ku Lahor Cengî derfeta çûna derveyî herêma Kurdistanê ji dest daye û fermana girtinê ji bo wî hatiye derxistin.

Li aliyê din rûpelên medya civakî yên YNKê ku peyamên xwe bi rêya malpera PUK Media belav dike eşkere kir, 6 kes ji ber hilgirtina çeka bê molet hatine girtin ku ew jî ji wan kesan bûn ku li derdora Lahor Cengî bûn.