Medyaya Îranê: Dibe ku 24 çalakvanên din bên îdamkirin
PeyamaKurd – Rojnameya Etemad a Îranê lîsteyeke ku ji aliyê rayedarên dadweriyê ve hatiye amadekirin weşand û tê de tê gotin, 24 çalakvanên navên wan di lîsteyê de cih digirin, bi "sûcê şerê li dijî Xwedê" re rû bi rû ne. Li gorî qanûnên îslamî yên heyî yên li Îranê, kesên ku sûcê “şerê li dijî Xwedê” bikin, bi cezayê darvekirinê tên cezakirin.
Stranbêjê Rapê Muhsîn Şekarî ku navê wî di lîsteyê de bû, roja Pêncşemê hat îdamkirin.
Şakarî ku di dema xwepêşandanan de hatibû girtin, yekem xwepêşander bû ku cezayê darvekirinê lê hat birîn û di çarçoveya xwepêşandanan de hat îdamkirin.
Bidarvekirina Şakarî bertekeke mezin di nav Îranê û civaka navdewletî de hebû û siyasetmedarên îranî di nav wan de Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî berevanî li îdamê kirin û ew darvekirin wek “bersiva” li hember serhildanên seranserî welat bi nav kirin.
Îraniyên li derveyî welat jî di nava hefteyê de xwenîşandanên curbecur plan dikin.
Piştî mirina Jîna Emînî ya 22 salî ku li Tehrana paytexta Îranê ji aliyê polîsên exlaqî ve hatibû binçavkirin jiyana xwe ji dest da, di 16ê Îlonê de li Rojhilatê Kurdistanê û bajarên Îranê xwepêşandanên li dijî rejîmê derketin.
Di xwepêşandanan de herî kêm 470 kes hatin kuştin, zêdetirî 18 hezar kes jî hatin binçavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin