Li Îranê qedexeya li ser medyaya civakî berfirehtir dibe

03 April 2018 22:04 0 dîtin
Li Îranê qedexeya li ser medyaya civakî berfirehtir dibe

PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Konseya Blind ji bo medyaya civakî li Îranê diyar kir Telegram jî di nav de ji bo ku pêşî li serdestiya  bernameyên peyamşandinê yên biyanî bibirin Hesen Rûhanî telîmat da.

Fîruzabadî daxuyanî da televizyona dewletê ya Îranê û got ku Hesen Rûhanî dibêje Telegramê qedexe nekin di dewsa wê da bernameyên xwemalî bi kar bînin.

Fîruzabadî destnîşan kir ku ji bo yekdestiya bernameyên peyamşandinê yên biyanî bişkênin Rûhanî telîmat daye û Telegram sûcdar kir.

- Îdiaya Telegram vedigere "zincîra saedetê"

Fîruzabadî diyar kir ku Telegram bi pereyên elektronîk va karûbaran dike, sazî dişibe sîstema pîramîtê (zincîra saedetê) û wiha axivî: "Telegramê hetanî nika hewl neda ku li Îranê nûnertiyê veke. Telegramê nexwest ku bi sektora taybet ra bixebite. Telegram dijminê sektora taybet a li welêt e. Bi rêya ku teqîb dike va pereyê neteweyî yê Îranê zeyîf dixe."

Fîruzabadî bi bîr xist ku "Soroush"a bernameya xwemalî amade dikin û got, "Piştî pirsgirêkên ku Telegramê derxist me biryar da ku bibin xwediyê bernameyeke xwemalî."

Wekî mayîn Serokomar Rûhanî cara ewil li ser vê mijarê axivî û got, "Di amadekirina bernameyan da armanca me qedexekirin an jî fîltrekirin nîne, armanca me ew e ku pêşî li yekdestiyê bibirin."

Elaedîn Burucerdiyê Serokê Komisyona Polîtîkayên Derva û Ewlekariya Neteweyî ya Meclisa Îranê jî roja paşînê di daxuyaniya xwe da gotibû di dewsa Telegrama bernameya peyamşandinê da ew ê "Soroush"a bernameya xwemalî bi kar bînin.

Tê gotin ku ji 80 milyon serjimara Îranê 40 milyon kes Telegramê bi kar tîne.