Mela Bextiyar: “Armanca biryara Dadgeha Federal derxistina ser e”

21 February 2022 23:41 0 dîtin
Mela Bextiyar: “Armanca biryara Dadgeha Federal derxistina ser e”

PeyamaKurd – Endamê konseya bilind yê Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan Mela Bextiyar derket ber çapemeniyê û di mijara biryara Dadgeha Federal ya Iraqê de axitî û got:

“Biryara Dadgeha Federal ya Iraqê ya di derbarê qanûna Herêma Kurdistanê ya xaz û petrolê de, biryareka banga şeriye û hetta dixwaze raste rast şer derxe û divê Herêma Kurdistanê li hemberê vê biryarê li hundir û derve komîteyan ava bike û vê mijarê çareser bike.

Bi vê mijarê re têkildar du bijarte hene: Eger dadgeha Federal behsa petrola ku berya rejîma roxandî hatiye derxistin dike, temam bila wê bixwaze lê ger Bexda behsa petrola ku niha li Herêma Kurdistanê heye û petrola ku nehatiye derxistin dike û dibêje ev tev ya mine, wê wextê ji bo parastina Kurdistanê pêwiste herkes bibe yek.

Divê Herêma Kurdistanê di mijara qanûnên petrolê de li hundir û derve heyetên pispor ava bike û li ser dosyayê bixebite. Divê Herêma Kurdistanê li gor qanûna destûrê tevbigere û bizanibe ku bi mantiqa redkirinê mijar çareser nabe.

Wateya dayîna biryarê ya Dadgeha Federal di pêvajoyeka weha de, dixwaze şerî bazar bike. Em di pêvajoyeka wisa de ne ku gelek pirsgirêk hene da çareser bibin û dadgeh biryareka weha dide. Vateya wê daxwaza derxistina şer e.”