Mela Bextîyar bertek nîsanî biryara Dadgeha Federalî da: Planeke metirsîdar e!
PeyamaKurd – Endamê Encûmena Bilind a Siyasî ya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar, bertek ji biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya derbarê redkirina yasaya Petrol û Gazê ya Kurdistanê de nîşan da.
Mela Bextiyar li ser hesabê xwe yê medya civakî li ser biryara Dadgeha Federal a radestkirina dahatên petrol û gazê got, “Ev biryar metirsiyeke mezintir tîne bîra mirov ku Herêma Kurdistanê rûbirûyî planekê ye.”
Bextiyar bibîr xist ku Dadgeha Federal wekî gefeke siyasî piştî 10 salan bi awayekî balkêş ew biryar daye û ew biryara wê li dijî Herêma Kurdistanê biryareke bi mebest û nepêşbînîkirî ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin