Mela Xalid: PDK ne li dijî sererastkirina yasaya hilbijartinê ye
PeyamaKurd - Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di Parlamentoya Kurdistanê de, Zana Mela Xalid, li ser mijara sererastkirina yasaya hilbijartinê daxuyanî da.
Serokê Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê Mela Xalid îro 23yê Çile roja Duşemê civîneke rojnamevanî li dar xist û got, PDK bi wê yekê re ye ku hilbijartinên îsal bên lidarxistin û divê astengiyên li pêşiya hilbijartinan bên rakirin.
Mela Xalid destnîşan kir ku PDK ne li dijî sererastkirina yasaya hilbijartinê ye û got, PDK ne li dijî wê yekê ye ku hilbijartinên Herêma Kurdistanê bi awayê firehbazneyî (4 bazineyan) bê kirin û ji bo vê jî ew ê danûstandinan ligel aliyên din bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin