Sûdanî ji bo sererastkirina yasaya budçeyê doz li Dadgeha Federalî vekir

03 July 2023 17:53 0 dîtin
Sûdanî ji bo sererastkirina yasaya budçeyê doz li Dadgeha Federalî vekir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, li ser mijara guhertina madeya 12 a yasaya budçeya giştî ya Iraqê ku ji parlamentoyê derbas bûye, doz li Dadgeha Federalî vekir.

Sûdanî îtiraz li madeya 12emîn a yasaya budçeyê ku bêyî şêwra hikûmeta wî guhertin tê de hatine kirin û bi taybet budçeya parêzgehên Herêma Kurdistanê jî li xwe digire kir û ji bo hilawistina yasaya budçeyê heta were sererastkirin doz li Dadgeha Bilind a Federalî vekir.

Sûdanî di doznameya xwe de gotiye ku komîsyona darayî bi awayekî dijî destûra Iraqê guhertin di hin madeyên yasaya budçeyê de kirine û erka rêveberiya parêzgehan ji ya hikûmetê hatiye zêdetir kirin.

Herwiha Sûdanî daye zanîn ku di hin madeyan de hemû erk dane parlamentoyê û ti roleke hikûmetê di yasaya budçeyê de nemaye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di dengdana yasaya budçeyê de PDK li dijî wan guhertinên piştre hatine kirin û statuya Herêma Kurdistanê dikin hedef derketibû û fraksiyona YNKê jî piştgirî dabû wan guhertinên ku budçeya Silêmaniyê ji ya Herêma Kurdistanê tê cudakirin.