Sûdanî: Di qanûna bingehîn û budçeyê de tistekî bi navê birîna mûçe nîne
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî ragihand, li gorî destûr û yasaya budçeyê tiştekî bi navê birîna mûçe nîne û divê pişka Herêma Kurdistanê ji sedî 12.67 were şandin.
Sûdanî di daxuyaniya xwe ya ji bo televizyona Siûdî de amaje bi bûdceya Herêma Kurdistanê kiriye û gotiye, li Bexdayê li ser cihê Herêma Kurdistanê têgihiştineke şaş heye.
“Li gorî destûrê tiştek bi navê birîna mûçe nîne û li gorî yasaya budçeyê pişka Herêma Kurdistanê ji sedî 12.67 e.” Sûdanî axaftina xwe wiha domand:
“Bi rastî ez hest dikim ku li Iraqê di asta medyayî û elîta siyasî de li ser cihê herêmê têgihiştinek şaş heye. Eger em bi awayekî rasterast li Herêma Kurdistanê mûçeyên karmendan bişînin, ne bi rêya budçeyê, ev tê wê manê ku tiştekî bi navê pêkhateya siyasî û destûrî ya Herêma Kurdistanê namîne.”
Daxuyaniyên Sûdanî piştî wê yekê hatin ku Wezareta Darayî ya Iraqê ragihandibû ku wê mûçeyên meha Sibatê di çend qonaxan de bişînin û ji bo meha bê, wê şert û daxwazên din hebin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin