Sûdanî: Ji bo qanûna petrol û gazê em ê bi hukumeta Kurdistanê re hevdîtinan bikin

09 November 2022 02:51 0 dîtin
Sûdanî: Ji bo qanûna petrol û gazê em ê bi hukumeta Kurdistanê re hevdîtinan bikin

PeyamaKurd – Serokwezîrê nû yê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudanî li Bexdayê ji bo çapemeniyê civînekî lidarxist û di civîna çapemeneyê de weha got:

“Ji bo amadekirina qanûna petrol û gazê bi wezareta petrolê re hevdîtinên me dewam dikin. Berya here encumena wezîran, em ê bi Kerêma Kurdistanê re hevdîtin bikin û hêj bişînin meclisê.

Li ser dahatûya têkiliyên Iraqê û Tirkiyê; hecma me ya bazirganiyê gelek mezine û di sehayên din de jî hevkariya me heye. Di warê aboriyê de Tirkiyê pêşkeftiye û dikare di pêşdeçûna Iraqê de rol bileyîze.

Di navbera me de, di mijarên avê û ewlehiyê de mesele hene ku çarser bibin. Baran kêm bûye. Av ji Tirkiyê û Îranê kêm tê Iraqê. Ev ji me re dibe pirsgirêk. Di vê mijarê de em dikarin dîplomasiyê bikarbînin û em terefê çareseriyê ne. Para me ya avê pêdiviya qanûna navdewletiye. Di babeta avê de em dikarin hevdîtinên duqolî bikin. Ji bo stratejiya çandiniyê pêdiviya me bi avê heye.

Ji bo kêmkirina dijberiyên navbera Erebistana Si’ûdiyê û Îranê em ê rola xwe ya navbeynkariyê dewam bikin.

Di mijara qanûna petrol û gazê de ya di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de, mijara budçeyê, divê bi hevkarî û koordinasyona her dû terefan çareser bibin.

Di mijara kuştina hemwelatiyê Amerîkayê de, kesê hatiye kuştin perwerdekarê zimanê Îngîlîzye. Kesê kuştî ji sala 2021an heya niha li Bexdayê dijiya û taxa ku lê dima, bi xelkê taxê re têkiliyên wî yên xwurt hebûn. Lêpirsîna me ya ji bo girtina kujerê wî dewam dike. Ewlehiya Iraqê xeta me ya sor e. Bila kes di vê mijarê de me neceribîne ji ber ew nikarin biserbikevin. Parastina hemwelatiyên biyanî wezîfa me ye.”

Sûdanî her weha got ku Iraq, bi taybetî di seha aborî û veberhênanê de, wê ji bo welatên herêmê û dinyayê bibe navenda cazîbê.