PDKê daxwaza damezirandina Dadgeha Federalî û derxistina qanûna petrol û gazê kir
PeyamaKurd-Di Civîna Encumena Serkirdayetiya PDKê ya ku îro hat kirin de PDKê daxwaza damezrandina Dadgeha Federalî ya Iraqê û derxistina qanûna petrol û gazê kir.
Îro bi serpereştiya Serok Mesûd Barzanî, Civîna Encumena Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)ê hat lidarxistin. Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî û Endamê Polîtburoya PDKê Mesrûr Barzanî jî di civînê de amade bûn.
PDKê di derbarê civînê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û di daxuyaniyê de daxwazên sereke yên ji Hikûmeta Iraqê û aliyên siyasî tên xwestin, hatin eşkerekirin. Li gorî daxuyaniyê, PDKê di civîna xwe ya îro de daxwaza damezirandina saziyên destûrî û Dadgeha Federal a Iraqê kiriye. Daxwazeke din a PDKê jî ew e ku qanûna petrol û gazê li ser destûra daîmî ya Iraqê were derxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin