Meloni: Rûsyayê Ûkraynayê dagir nekira Hemasê êrisî Îsraîlê nedikir

25 February 2024 19:28 0 dîtin
Meloni: Rûsyayê Ûkraynayê dagir nekira Hemasê êrisî Îsraîlê nedikir

PeyamaKurd – Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni li Kîevê angaşteke balkêş kir û got ku “Eger Rûsyayê Ukraynayê dagir nekira Hamasê êrişî Îsraîlê nedikir."

Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni di Lûtkeya G7 de ku bi mebesta duyemîn salvegera dagirkirina Ûkraynayê ya ji aliyê Rûsyayê ve li paytexta Ûkrayna Kîevê pêk hat de axivî.

Meloni di lûtkeya ku Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau, Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Ursula von der Leyen, Serokwezîrê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy û gellek serkirdeyên welatên endamên G7ê beşdar bûn de di derbarê dagirkirina Ûkraynayê ya ji aliyê Rûsyayê ve nirxandinan kir û di nirxandina xwe de angaşteke balkêş anî ziman.

Giorgia Meloni got: "Dagirkirina Ûkraynayê encameke xwezayî û divê bihata pêşbînîkirin a vîzyona neo-împeryal a Pûtîn ku di eniyên cuda de xwe nîşan dide ye û ger Rûsyayê Ukraynayê dagir nekira, Hamasê jî êrişî Îsraîlê nedikir."

Li ser pirsa “Papa Francesco dibêje; ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn beş bi beş pêk tê û piştî Ûkrayna û Rojhelata Navîn, egera ku beşa sêyemîn li Rojhelata Dûr pêk bê heye.’ Hun ji vê senaryoyê ditirsin?” Meloni got:

“Bi raya min Rûsyayê Ûkraynayê dagir nekira, bi egereke mezin wê Hemasê jî li dijî Îrsarîlê êrişeke wiha (7ê Cotmehê) pêk nehanibûya. Bi taybetî ji aliyê endameke mayînde yê Konseya Ewlehiyê ya NY ve binpêkirina pergala navneteweyî ya ku xwe dispêre hiqûqê, wê cîhanê arasteyî bêçariya encamên domdar ên ku em niha ji Rojhelata Navîn heta Balkanan, Afrîkayê û herêm û erdnîgariyên din ên cîhanê dibînin bike. Êrişa hovane ya Hemasê, Îsraîlê arasteyî nîşandana bertekeke tûnd kir, lê belê ji ber dijwariya vê bertekê îro Îsraîl ji aliyê raya giştî ya Rojhelata Navîn û heta ya Rojava ve tê îzolekirin. Ji bo pêkhatina çareseriya du gel – du dewletî pêwîstî bi agirbesteke demdirêj û çareserkirina pirsgirêka dîlan heye.”