Memûr û mamosteyên li Silêmaniyê grevê dikirin, grevê bi dawî kirin
PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê memûr û mamosteyên ku 15 roje di grevê de bûn, dawiyê li greva xwe anîn. Li Silêmaniyê bi sedema mehaneyên memûr û mamosteyan di wextê de nadin û di wextê de tayîn nayên kirin, dest bi grevê kiribûn.
Kesên dest bi grevê kirin, li ber avahiya Neteweyên Yekgirtî dest bi grevê kiribûn û îro dawiyê li grevê anîn.
Komîta Grevê ragihand ku tê ra dixwestin, kes destekê nedaye grevê û weha dewam kir:
“Eger ji derve de destekeka xwurt hebûya, me dê greva xwe heya bi heyayê dewam bikira. Di van rojên dawiyê de, diyên (dayîk) me yên di destê wan de bi Quranê hatin cem me, me li ser daxwaz û zora wan dest ji grevê berda.
Kesên ketine grevê, ji bo Rûdawê ragihandine ku hevdîtinê bi serokê YNKê Bafil Talabanî û cîgirê serokwezîrê Kurdistanê Qubad Talabanî re hevdîtin kirine lê negihane ti encamê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin