700 parçe erd li mamosteyên zankoya Silêmaniyê hat belavkirin

28 September 2020 09:30 0 dîtin
700 parçe erd li mamosteyên zankoya Silêmaniyê hat belavkirin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wê 700 parçe erd li mamostayên Zanîngeha Silêmanî belav bike.

Parêzgarê bajarê Silêmaniyê Heval Ebûbekîr, biryara Serokwezîr Barzanî weşand. Tê de hatiye diyarkirin, ku li gor biryara hejmara 2120an, dê 700 parçe erd li mamosteyan werin belavkirin.

Navê 700 mamostayên zankoyê di biryarnameyê de yek bi yek hatiye nivîsandin.

Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir piştî vê biryarê, spasî li Serokwezîr, Cîgirê Serokwezîr, Serokatiya Civata Serokwezîr, Wezîrê Şaredariyê, Desteya Veberhênanê û Serokê Zankoya Silêmaniyê û Şaredarê Silêmaniyê kir.

Herwiha ji ber hevkariyê, spasî li mamosteyên zankoyê jî kir.

Heval Abûbekir herwiha hemû mamoste pîroz kir û got: "Bi navê parêzgeha Silêmaniyê, em pîrozbayî li mamostayên hêja yên Zanîngeha Silêmaniyê dikin."

Biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya fermî: