Zankoya Silêmaniyê doktoraya rûmetê dide hunermend Mezher Xaliqî

02 May 2019 09:38 0 dîtin
Zankoya Silêmaniyê doktoraya rûmetê dide hunermend Mezher Xaliqî

PeyamaKurd - Zankoya Silêmaniye ji ber xebatên wî yên kurdî doktroraya rûmeta dide hunermendê kurd Mezher Xaliqî.

Rêvebirê Fakulteya Hunerê ya Zankoya Silmêmaniyê Rêbiwar Said ragihand ku ji ber hunera wî û xebatên wî yên arşîvê ew dê doktoraya rûmetê bidin Mezher Xaliqî. Said, Xaliqî ji bo hinartina çanda kurdî bo nifşên dahatuyê xebatên gelek girîng pêk anîn.”

Rêbiwar Sadi wiha behsa xebatên Mezher Xaliqî dike, “Li Enstîtûya Ustad Xaliqî heta niha 23 hezar stran hatine tomarkirin. Bi zimanên kurdî ,erebî û îngilîzî zêdetirî 300 pirtûk hatine çapkirin û ji çar perçeyên Kurdistanê 60 hezar wêne hatine berhevkirin. Zêdetirî 200 stranî jî ji nû ve hatin verastkirin.”

MEZHER QALIQÎ KÎ YE?

Mezher Xaliqî di sala 1939an de li bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye. Li Zankoya Tehranê Fizîk xweniye û li radyoya û televizyona dewletê ya Îranê xebitiye. Demekê li Sinê û Kirmanşanê li Midûriyeta Navenda Rengan û Dengan kiriye. Piştî Şoreşa Îslamî ya Îranê ya 1970yî neçar maye ku welêt biterikîne. Xaliqiyê ku demekê li diasporayê maye paşê vegeriyaye Herêma Kurdisianê û xebatên xwe yên hunerî berdewam kirine.