Rojhilat: Mamosteyên Mêrîwanê, dest bi grevê kir
PeyamaKurd- Li gorî ragihandina Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, mamosteyên dibistanên li Merîwanê yên li Rojhilatê Kurdistanê, li dibistanên ku lê kar dikin, dest bi grevê kiriye.
Di agahiyên ku ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ve hatin parvekirin de hat eşkerekirin ku mamosteyên dibistanên qezaya Merîwanê ya ser bi parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, grev dane destpêkirin.
Di fotoyên ku ji aliyê rêxistinê ve hatin parvekirin de tê dîtin ku dirûşimên,
“Dibistanan nekin binkeyên leşkerî, dibistan ne girtîgeh in, dibistan ne ji bo girtina mamosteyan in, dibistan cihê perwerde û rahênanê ne, dibistan ne cihên tirsandinê ne, Jin, Jiyan Azadî” hatine nivîsandin û bi rêya van fotoyan hatine parvekirin.
Li gorî qenala nûçeyan a Encûmena Hemahengiya Rêxistinên Pîşeyî ya Mamostayên Îranê ragihandiye, mamostayên seranserê Îranê dest bi grevê kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin