Mêrdîn | Dê û 3 zarokên xwe yên di sewatê de can dan spartin axê

09 February 2020 22:28 0 dîtin
Mêrdîn | Dê û 3 zarokên xwe yên di sewatê de can dan spartin axê

PeyamaKurd - Li Gundê Kayalar ê navçeya Şemrexê ya Mêrdîn a bakurê Kurdistanê şeva borî agir bi xaniyekî ketibû û ji ber duxanê dayik û 3 zarokên can dan.

Di şewatê de dayika 34 salî Nisan Tur û zarokên xwe Lorîn (8), Ecrîn (5) û Mîran a 6 mehî jiyana xwe ji dest dabûn.

Li gorî nûçeya MAyê îro Yekşemê dayik Nîsan Tur û 3 zarokên xwe piştî otopsiya li Saziya Tiba Edlî ya Diyarbekê anîn navçeya Şemrexê ya Mêrdînê û bi beşdariya hezaran kesan li Goristana Kayalar ew spartin axê.

Bavê ku hevjîna xwe û 3 zarokên xwe ji dest dabûn Yûsûf Tûr, li gorîstanê bi zorê li ser piyan sekinî.