Merkel: "Tistên li Efrînê diqewimin nayêne qebûlkirin"

21 March 2018 20:31 0 dîtin
Merkel: "Tistên li Efrînê diqewimin nayêne qebûlkirin"

 

Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel li hember operasyona Artêşa Tirkiyeyê û hêzên girêdayî wê ya li dijî Efrînê derket û got tiştên li Efrînê rûdidin nayêne qebûlkirin.
 
Ji bo eşkerekirina bernameya hikûmetê ya  çar salên pêş Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, di Meclisa Fedaralî ya Almanyayê de axivi û wiha got:  "Li gel berjewendiyên rewa yên ewlehiya Tirkiyeyê rûdanên li Efrînê nayêne qebûlkirin. Bi hezaran sivîl rastî tundkariyê hatin, hatin kuştin an jî neçar man ku birevin. Em vê rewşê bi awayê herî tund şermezar dikin."

Merkelê êrişên esmanî yên li dijî Xûtaya Rojhilat a Şamê jî ‘bi dengekî bilind şermezar kir' û Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad sûcdar kir û amaje pê kir ku ‘Rûsya jî li hember van bûyer û pêkhatinan bêdeng dimîne.'
 
Merkelê bal kişande ser rewaş penaberan û wiha domand: "Almanya di qebûlkirina penaberên ku pêwistiya wan bi parastinê heye dê berdewam be û yên ku pêwistiya wan bi parastinê nebe dê ji Almanyayê bêne şandin û ji bo yên ku bo rûniştinê destûr hatiye dayîn entegreyî Almanyayê bibin dê bixebitin. Ger penaberên ku hatine Almanyayê ji aliyê civaka navdewletî ve hatibine jibîrkirin ev ne sûcê Almanyayê ye."