Mesrûr Barzanî 28emîn salvegera ragihandina Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê pîroz kir
PeyamaKurd – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo 28emîn salvegera ragihandina Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, bi pêwendiyeke telefonî pîrozbahî li emîndarê giştî, rêveber, endam û alîgirên wê partiyê kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, do êvarî bi rêya telefonê bi emîndarê giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Selahedîn Mihemed Behadîn re axivî û ji bo 28emîn salvegera ragihandina Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê pîrozbahî li emîndarê giştî, rêveberî, endam û alîgirên Yekgirtûya Îslamî kir û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest.
Herwiha Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê jî bi navê xwe û rêveberiya Yekgirtûya Îslamî, spasiya Serokê Hikûmetê kir ji ber wê pêwendî û pîrozbahiyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin