Mesrûr Barzanî 6 milyar dînar ji bo navendên perwerdehiyê dabîn kir

26 October 2022 09:29 0 dîtin
Mesrûr Barzanî 6 milyar dînar ji bo navendên perwerdehiyê dabîn kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, 6 milyar dînar ji bo navendên perwerdehiyê dabîn kir.

Li gor Wezareta Perwerdehiyê ya Herêma Kurdistanê îro 25ê Cotmeha 2022an bi daxuyaniyekê diyar kir, Serokwezîr Mesrûr Barzanî 6 milyar dînar ji bo navendên perwerdeyê dabîn kiriye:

Sê milyar dînar ji bo avakirina navendên xwendinê li Wezareta Perwerdeyê hatiye dabînkirin, di vê derbarê de hemû rêkarên endazyarî û îdarî û fermanên xerckirina darayî ji bo avakirina 184 polên nû hatine dabînkirin. Niha dikarin dest bi cihbicihkirinê bê kirin.  

Herwiha Wezareta Perwerdeyê destnîşan kir, 3 milyar dînarên din ji bo nûkirina 293 dibistanan ku rêkarên endezyarî û îdarî û fermanên xerckirina darayî li ser budceya asayî ya Rêveberiya Giştî ya Perwerdeya parêzgehan û rêveberiyên serbixwe temam kirine. Niha dikarin dest bi cihbicihkirinê bê kirin.