Mesrûr Barzanî besdarî COP29 a li Bakuyê tê lidarxistin dibe
PeyamaKurd - Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 10ê Îlonê pêşwazî li Balyozê Azerbaycanê yê Iraqê Nasir Memmedov kir.
Di hevdîtinê de, Balyozê Azerbaycanê silavên Serokomarê Azerbaycanê gihandin Serokwezîr Mesrûr Barzanî ku bo Lûtkeya Cîhanî ya Keşûhewayê (COP29) a Mijdarê li Bakuyê tê lidarxistin hatibû vexwendin.
Wê Serokwezîr Barzanî, di COP29ê de bi gelek serkirdeyên welatan re hevdîtinan bike û beşdarî kombûnan bibe.
Nameyek ku roja Pêncşemî 29ê Tebaxa 2024an ji aliyê Komîsyona Guherîna Keşûhewayê ya Neteweyên Yekbûyî ve hatibû weşandin, heft bijare li xwe girtibû, ku helwestên cuda yên welatan ji bo gihîştina lihevkirineke muhtemel di dema konferansê de nîşan dide.
Tê pêşbînîkirin, heta sala 2050î zêdetirî 14 mîlyon mirov bi sedema qeyrana keşûhewayê bimirin.
Serokê COP29 û Wezîrê Jîngeh û Çavkaniyên Xwezayî yê Azerbaycanê Muxtar Babayev di daxuyaniyekê de got: “Me rêyeke dûr û dirêj derbas kiriye, lê hîn helwestên cuda hene û divê em wan nêzîkî hev bikin.”
Got jî: “Dê danûstandinên berfireh ji aliyê serokatiya konferansê ve li ser armancên budceyê, berî konferansa li Bakuyê bêne organîzekirin.”
Di daxuyaniyê de hat gotin: Welatên pêşketî armanc dikin ku salane 441 milyar dolar alîkarî bidin. Ji bilî wê, armanca wan e bi tevahî 1.1 trîlyon dolar ji hemî çavkaniyan berhev bikin.”
Bijardeyeke din ku helwesta Yekîtiya Ewropî nîşan dide û armancek darayî ji bo rûbirûbûna guherîna keşûhewa li çaraliyê cîhanê datîne ku salane zêdetirî 1 trîlyon dolar e, di nav de veberhênana navxweyî û netewayetî û fînansekirina taybet.
Herwiha Yekîtiya Ewropayê banga beşdariya Çînê di fînansekirina nû ya armanckirî de dike. Çîn niha welatê herî mezin ê qirêj ê cîhanê ye û duyemîn aboriya herî mezin e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin