Nêçîrvan Barzanî li Bakuyê ye: Besdarî COP29ê dibe
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo beşdarî COP29ê bibe gihîşt paytexta Azerbaycan Bakuyê.
Wê Nêçîrvan Barzanî Konferansa Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP29) bike û li wir bi gelek serok, serokwezîr, serkirdeyên cihan û Rojhilata Navîn re hevdîtinan pêk bîne.
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ragihand, li ser vexwandina fermî ya Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev ji bo beşdarbûna Konferansa COP29 Nêçîrvan Barzanî çû Bakuya paytexta Azerbaycanê.
Dilşad Şehab eşkere kir ku Nêçîrvan Barzanî dê tevî serok serokwezîrên welatan beşdarî merasîma vekirina konferansê bibe û li ser kêşeyên jîngehê û pirsgirêk û encamên guherîna avhewayê gotûbêjan pêk bîne.
Nêçîrvan Barzanî li ser konferansê got: “Em pabendbûna xwe bi Kurdistaneke kesktir û paqijtir dubare dikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin