Nêçîrvan Barzanî li Bakuyê besdarî COP29ê dibe
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, beşdarî Konferansa Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP29) ku li paytexta Azerbaycan Bakuyê tê lidarxistin dibe. Biryar e Nêçîrvan Barzanî hejmarek hevdîtinan bi serok û berpirsên welatan re bike û beşdarî civînên konferansê bibe.
Konferansa Avhewayê ya Cîhanî ya îsal (COP29), di navbera rojên 11 - 22 Mijdarê li Baku, Paytexta Azerbaycanê tê lidarxistin.
Balyozê Azerbaycanê yê Iraqê 22yê Tîrmehê bi fermî vexwendname pêşkêşî Serokê Herêma Kurdistanê kiribû.
Konferans ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve tê piştgirîkirin û civîna herî girîng a cîhanê li ser guherîna keşûhewayê ye. Armanca sereke ya civîna îsal ew e, lihevkirina li ser çawaniya komkirina alîkariyên darayî yên zêdetir ji bo welatên hejar ên ku ji ber guherîna keşûhewayê dinalin e.
Di heman demê de konferans armanc dike ku belavbûna gazê li nav hewayê sînordar bike û guheztina avhewayê kêm bike.
Tê pêşbînîkirin ji bo Konferansa Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP29) 30 geştiyar serdana Bakuyê bikin. Li seranserî cîhanê 32 hezar kes beşdarî konferansê dibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin