Mesrûr Barzanî bi Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka re civiya

09 January 2020 17:35 0 dîtin
Mesrûr Barzanî bi Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka re civiya

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro pêşwazî li Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka yê bo Karûbarê Rojhilata Nêzîk David Schenker kir ku di civînê de pêşhatên dawî yên herêmê hatin guftûgokirin.

Di hevdîtina ku Konsûlê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Steven Fagin jî tê de amade bû, pêşhatên dawî yên Iraq û Navçeyê hatin guftûgokirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîgeraniya xwe ji ber alozbûna rewşa navçeyê ji encama bûyerên vê dawiyê (êrîşa îranê) derbirî û tekezî li ser aramkirina rewşê kir.

Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku herdu alî hevnerîn bûn li ser aramkirina rewşa Iraqê û çalak kirina hikûmeteke bi berpirsyar li Bexdayê, ku pêwendiyên wê yên baş bi Herêma Kurdistanê re hebe û rêzê li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bigire.