Mesrûr Barzanî bi alîkarê wezîrê derve yê Amerîka re civiya: Wê konferanseke bazirganî bê lidarxistin

06 October 2020 14:21 0 dîtin
Mesrûr Barzanî bi alîkarê wezîrê derve yê Amerîka re civiya: Wê konferanseke bazirganî bê lidarxistin

PeyamaKurd -  Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 7ê Cotmehê pêşwazî li Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka bo Karûbarên Iraqê David Copley kir.

Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtina Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Rob Waller jî beşdar bû de, rewşa Iraq û navçeyê û girîngîpêdana zêdetir bi pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîka hatin guftûgokirin.

Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka bo Karûbarên Iraqê amadehiya welatê xwe ji bo girîngîpêdana zêdetir bi pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê der birî, bi taybet di warê bazirganî û handana kampanyayên Amerîka de ji bo weberhênanê zêdetir li Herêma Kurdistanê bikin.

Herwiha hat diyarkirin ku biryar e di meha bê de Konferanseke bazirganî ji bo vê mebestê bê lidarxistin ku derfeta mezin ji bo veberhênana Amerîkî li Iraq û Herêma Kurdistanê heye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser ku yek ji karên pêşîne ya kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, berfirehkirina aborî û girîngîpêdana zêdetir bi karta çandiniyê û parastina berhema nevxweyî ye û asankariyan ji veberhênerên biyanî û navxweyî re pêşkêş dikin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li girîngiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de kir ku faktoreke girîng e ji bo aramiya rewşa Iraq û navçeyê.