Mesrûr Barzanî bi Alîkarê Wezîrê Derve yê Îranê re civiya
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro duşemê 8ê Mijdara 2021ê li Hewlêrê, pêşwazî li Alîkarê Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê bo Karûbarên Dîplomatîk ên Aboriyê Mehdî Seferî kir.
Di hevdîtina ku Konsulê Îranê yê li Hewlêrê Nesrullah Reşnûdî jî amade bû de, li ser pêşvebirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê hat axaftin û bi taybetî jî pêşvebirina pêwendiyên aborî û danûstandina bazirganî û derfetên veberhênanê hat gotûbêjkirin.
Di civînê de, geşedan û pêşhateyên navçeyê û pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî û çend mijarên din ên cihê girîngiya hevbeş jî hatin axaftin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin