Mesrûr Barzanî bi serokên hevpeymanên siyasî yên Iraqê re civiya

14 September 2023 18:42 0 dîtin
Mesrûr Barzanî bi serokên hevpeymanên siyasî yên Iraqê re civiya

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di serdana şanda Kurdistanê ya Bexdayê de, îro 14ê Îlonê bi Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî, Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Eyad Elawî, Serokê Hevpeymaniya Nesr Heyder Ebadî û Serokê Tevgera Hîkme Emar Hekîm re civîya.

Şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevpeymanên siyasî yên Iraqê re, li ser mijara heqên darayî û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê gotûbêj dikin.

Biryar e Serokwezîr Mesrûr Barzanî û şanga ligel wî bi Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî re jî bicive.

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab, Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omêd Sebah û Sekreterê Encûmena Wezîran Amanc Rehîm pêk tê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û şanda pê re îro Pêncşemê bi Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd û Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî re hevdîtin kirin û li gorî agahiyan, civînên bi berpirsên Iraqê re êrênî derbas bûne û wê ji bo çareserkirina mafên darayî yên Kurdistanê encamên baş bi xwe re bîne.