Mesrur Barzanî bi Wezîrê Derve yê Îtalya re hat ba hev

19 February 2020 16:12 0 dîtin
Mesrur Barzanî bi Wezîrê Derve yê Îtalya re hat ba hev

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî û şanda pê re îro 19ê Sibatê li paytexta Îtalya Romayê bi Wezîrê Derve yî Îtalya re civiya.

Serokwezîr Barzanî îro bi rêberê rûhanî yê xirîstiyanên katolîk Papa Francis re hatibû ba hev û doh jî bi Serokwezîrê Vatîkanê re civiyabû. Mesrur Barzanî bi serokwezîrê Îtalya re hevdîtinek pêk anîbû ku wî jî di şerê terorê de û rahênana pêşmerge de piştgirî dabû Herêma Kurdistanê û bal kişandibû ser dostaniya Kurdistan û Îtalyayê.

Serokwezîr Barzanî piştî konferansa ewlehiyê ya Mûnîhê ji Almanya derbasî Îtalya bûbû û li wir hevdîtinên xwe yên dîplomatîk ligel berpirsên bilind ên wî welatî re berdewam dike.