Mesrur Barzanî bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê re civiya
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Munîhê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re civiya.
Serokwezîr Mesrur Barzanî îro di roja sêyem a Konferansa Ewlekariya Cîhanê ya Munîhê de, bi Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf, Şêwirmendê Asayişa Niştimanî yê Brîtanya Mark Sadwill û Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Derve yê Almanya Nilson Ann re civiya.
Mesrur Barzanî piştre jî bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re hevdîtinek pêk anî.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di civîna rojnamevanî ya li Munîhê de ragihand ku wî hejmarek hevdîtinên girîng ligel berpirsên welatan pêk anîne ku ew jî girîngiyê didin rola Herêma Kurdistanê li herêma Rojhilat Navîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin