Helmeta Dîplomasiyê | Mesrur Barzanî bi Wezîrê Berevaniya Îtalya re civiya
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî û şanda pê re bi Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê Lorenzo Guerini re civiya.
Serokwezîr Mesrur Barzanî beriya vê hevdîtinê jî îro 19ê Sibatê li paytexta Îtalya Romayê bi Wezîrê Derve yê Îtalya re civiyabû.
Mesrûr Barzanî îro herwiha bi rêberê rûhanî yê xirîstiyanên katolîk Papa Francis re hatibû ba hev û doh jî bi Serokwezîrê Vatîkanê re civiyabû.

Serokwezîr Barzanî piştî 56emîn konferansa ewlehiyê ya Mûnîhê ku bi dîplomasiyeke xurt nûnertiya Herêma Kurdistanê li nav dîplomasiya cîhanê kir, ji Almanya derbasî Îtalya bûbû û li wir jî hevdîtinên xwe yên dîplomatîk ligel berpirsên bilind ên wî welatî didomîne.


Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin