Mesrûr Barzanî: Çareseriya guherîna kesûhewayê pêwîstî bi xebateke hevbes heye
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got ku dîtina çareseriyek ji bo guhertina avhewayê pêwîstî bi hewleke hevbeş heye.
Mesrûr Barzanî di peyama ku li ser hesabê xwe yê fermî yê Xê parve kir de wiha got: “Ji bo çareseriya avhewayê peydakirina hewleke kolektîf pêwîst e. Ez kêfxweş im ku li Cop28 ji bo xebata girîng a ku em ê bi hevkariyên xwe re bikin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Înê 1ê Kanûnê beşdarî merasima vekirina Lûtkeya Avhewayê ya Cîhanî (COP28) bû ku li Dubayê hat lidarxistin û ji aliyê Serokê Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (Îmarat) Şêx Muhammed Bin Zayed Al Nahyan û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres ve hat pêşwazîkirin.
Biryar e Serokwezîr Barzanî ligel serkirdeyên cîhanê bicive û bandorên neyînî yên guherîna avhewayê li ser Herêma Kurdistanê, Iraq û welatên din gotûbêj bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin