Mesrûr Barzanî û Helbûsî çareseriya kêseyên Hewlêr-Bexdayê gotûbêj kirin

11 January 2023 22:29 0 dîtin
Mesrûr Barzanî û Helbûsî çareseriya kêseyên Hewlêr-Bexdayê gotûbêj kirin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di serdana xwe ya îro 11ê Çileyê ya Bexdayê de, bi Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî re hevdîtin kir.

Piştî hevdîtinê hat ragihandin ku di civînê de rewşa giştî û pêşhat û guherînên herî dawî yên Iraqê û çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal hatin gotûbêjkirin.

Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî di civînê got ku niha derfeteke baş heye ji bo çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal, bi taybetî kêşeyên girêdayî projeyasaya budceya federal a ji bo sala 2023an û projeyasaya petrol û gazê ya federal.

Ji aliyê xwe ve Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî tekezî li girîngiya çareserkirina kêşeyên hilawestî, bi taybetî mafên destûrî û heqên darayî yên Herêma Kurdistanê di budceya federal de kir.

Herwiha Mesrûr Barzanî di civînê de bal kişand ser, amadekirina projeyasaya petrol û gazê ya federal û bicihkirina Madeya 140 û dayîna mafên destûrî yên Pêşmerge û pêkanîna rêkeftina Şingalê.