Mesrûr Barzanî: Ji bo çareseriya kêseyên Hewlêr û Bexdayê derfeteke nû heye

17 October 2022 20:00 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Ji bo çareseriya kêseyên Hewlêr û Bexdayê derfeteke nû heye

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 17ê Cotmehê, pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê Mark Bryson-Richardson û şanda ligel wî kir.

Serokwezîr Barzanî di civînê de, bal kişand ser proseya avakirina hikûmeta nû ya Iraqê û got ku niha derfeteke nû ji bo çareserkirina kêşeyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal di çarçoveya destûrê de heye.

Di daxuyaniya piştî civînê de hat ragihandin ku rewşa giştî ya Iraqê, proseya siyasî û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatine gotûbêjkirin.

Hat diyarkirin ku her du alî li ser girîngiya parastina ewlehî û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê hevnêrîn bûn. Her wiha tekez li ser wê yekê hat kirin ku niha derfeteke nû ji bo pêkanîna hikûmetê heye ku karê wê yê xizmetkirina hemû pêkhateyên Iraqê bê cudahî be û çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de li ser bingeha pabendbûna bi destûr û naveroka wê rêkeftina di navbera aliyan de ya ji bo pêkanîna hikûmetê be, bi taybetî rêzgirtina li prensîbên hevbeşiya rastîn, hevsengî û lihevkirinê.

Di civînê de behsa girîngiya lidarxistina hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê hate kirin. Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li pêwîstiya encamdana hilbijartinen Parlementoya Kurdistanê di demeke nêzîk û guncaw de kir, ji bo vê mebestê jî amadebûna saziyên hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşkêşkirina her alîkarî û hêsankariyekê anî ziman.

Herwiha di civînê de, behsa proseya bazarkirin û hinardina berhemên navxweyî bo bazarên derve hate kirin, ku di demeke nêzîk de dest pê dike û beşek ji karnameya Kabîneya Nehan e ji bo girîngîpêdana bi sektora çandinî û berhemên navxweyî û piştevanîkirina cotkarên Kurdistanê.

Serokwezîr Barzanî li ser vê mijarê jî spasiya hevahengî û alîkariyên Konsulusê Giştî yê Berîtanya yê Herêma Kurdistanê David Hunt kir.