Mesrur Barzanî: Civîna bi Papa re cihê sanaziyê bû, Kurdistan xaka astî û pêkvejiyanê ye

20 February 2020 15:23 0 dîtin
Mesrur Barzanî: Civîna bi Papa re cihê sanaziyê bû, Kurdistan xaka astî û pêkvejiyanê ye

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî piştî serdana xwe ya Papayê Vatîkanê ji televizyona Îtalî TG2000 re axivî û rewşa pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê û encamên serdana xwe ragihandin.

Mesrûr Barzanî ji bo serdana xwe ya Papayê Vatîkanê Francis got: “Civîna me bi Qedaseta Papa re, ji me re cihê şanaziyê bû, me spasiya xwe gihande wî û me daxwaza piştevaniyê kir, ji bo aramiya navçeyê û gelê me.”

Serokwezîr Barzanî di hevpeyvînê de destnîşan kir: “Kurdistan bûye cihekî aram ji gelek xelkê ku ji ber DAIŞê revaniyane, şanaziyê bi wê dikin ku me kariye pêşwaziyê li milyonek û 100 hezar kes bikin, ku hîna bi hezaran koçber ji Sûriyê tên, me ev tişt hemû bi Papa re behs kirin, ku zanyarî û agahdariya wî ya baş hebû, derbarê karê em dikin, ew bi me re hevnêrîn bû”.

Barzanî di bersiva pirsa Herêma Kurdistanê çawa serederiyê bi kêmaniyên olî re dike jî got: “Kurdistan xaka aştî û pêkvejiyanê ye, bi dirêjahiya çend sedsalan wiha bû û dixwazin wiha berdewam bin û wiha bimînin. Em navê kemîne li wan nakin, belkû xelkê ku baweriyeke wan a din heye nav lê dikin, em dixwazin ew dilniya bin, her dema pêwîstiya wan bi cihekî hebe, dikarin bên Kurdistanê.”