Mesrûr Barzanî di çarçoveya COP28ê de hevdîtin bi Erdogan, Macron û Aliyev re kir
PeyamaKurd - Di dema tevlîbûna Kopîtka Cîhanî ya Keşûhewayê (COP28) de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî hevdîtin bi Serokê Fransayê Emmanuel Macron, Serokê Tirkyeyê Receb Teyib Erdogan û Serokê Azerbaycanê Ilham Aliyev re kir.
Îro, 1ê Berfembarê ya 2023an de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li bajarê Dubaîyê tevlî merasîmên vekirina Kopîtka Cîhanî ya Keşûhewayê (COP28) bû û ji aliyê Serokê Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayid al Nehiyan û Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî António Guterres ve pêşwazî lê hat kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hejmara xwe ya tora civakî ya “X”ê nivîsiye, “Çarekirina guhertinên keşûhewayê pêdivî bizavên bikom e. Ez dilxweş im ku li COP28ê me, ji bo tekezkirina wan karên giring ên ku em bi rêya hevpariyên xwe dikin”.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin