Mesrûr Barzanî bi Senator Chris Van Hollen û Mario Diaz-Balart re hevdîtin kir

29 February 2024 23:33 0 dîtin
Mesrûr Barzanî bi Senator Chris Van Hollen û Mario Diaz-Balart re hevdîtin kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçova seredana xwe ya fermî ya Amerîka de bi senatorê Amerîkayê bi Chris Van Hollen re li ser ewlehiya Kurdistanê, li ser parastina îstîqrarê û statuya heyî ya destûrî hevdîtinekî kir û ji Amerîkayê destekê xwest.
Senator Hollen ragihand ku Herêma Kurdistanê li herêmê hevkarekî girîng yê Amerîkaye û desteka xwe ji bo ewlehî, îstîqrar û statuya Herêma Kurdistanê teyîd kir.
Serokwezîr Barzanî ji ber dostanî, hevkarî û desteka Amerîkayê sipasiya wan kir. Her weha behsa girîngiya parastina mafên Kurd û pêkhateyên Kurdistanê kir ku gelek girînge pêkhate bi hev re bijîn. Barzanî bang li civaka navdewletî kir ku nehêlin mafên pêkhateyên Kurdistanê bên binpêkirin.
Serokwezîr Barzanî, ji senator Hollen cuda bi endamê kongra Amerîkayê bi Mario Diaz-Balart re hevdîtinekî kir. Barzanî ji Mario Diaz-Balart re behsa girîngiya çareseriya pirsgirêkên navbera Hewlêrê û Bexdayê di çarçoveya destûrê de kir.
Di hevdîtinê de li ser rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, li ser têkiliyên Bexda û Erbîlê, li ser mafên pêkhateyan û statuya Kurdistanê ya heyî axifîn. Her weha ji bo dewama desteka koalisyona navdewletî û desteka ku dide hêzên Pêşmerge dewam bike, bûn hemfikrên hev.