Mesrûr Barzanî bi senatora Amerîkî re civiya: Alozbûna rewsa Iraqê...
PeyamaKurd –Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê bi Senatora Amerîkî Tami Baldiwîn û şanda pê re civiya.
Di civîna ku Konsûlê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Steven Feigin jî amade bû, pêwendiyên herêma kurdistanê û Hikûmeta federal û rewşa aramiyê li deverê û liv û tevgera şaneyên veşartî yên DAIŞê hatin gotûbêjkirin.
Serokê hikûmeta herêma kurdistanê bal kişand ser ku danûstandinên ligel hikûmeta fedreal bi başî birêve diçin û serokwezîrê Iraqê têgihiştinek wî ya baş bo tewerên danûstandinan heye û hêvî xwest, li ser binemaya destûrê bigihin rêkeftinê.
Mesrûr Barzanî herwiha li ser protestoyên li Iraqê jî got, alozbûna rewşê li Iraqê û navçeyê di berjewendiya gelên navçeyê de nîn e.
Serokwezîr Barzanî liv û tevgera şanên veşartî yên DAIŞê li çend navçeyên Iraqê bibîr xist û got ku gefên mezin in li ser rûniştvanên wan navçeyan dikin û pêwîste hemahengiyeke zêdetir ji bo rûbirûbûna wan hebe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin